Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt (s.x) — ABNA —Ofîsa (Nivîsgeha)Serokomariya Misirê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokomar “Ebdulfettah El-Sîsî” pêşwaziya rêkeftina di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Komara Îslamî ya Îranê de kiriye.
Li gorî daxuyaniya serokomariya Misirê, ev rêkeftin dikare alîkariya kêmkirina asta rageşiyên ku herêm di heyama dawî de pê re rûbirû bûye bike û zemîneyê ji bo gavavêtina ber bi aramiyeke zêdetir ve amade bike. Di daxuyaniyê de herwiha hatiye tekez kirin ku Serokomarê Misirê li ser girîngiya parastina rewşa aramiyê û pêşîgirtina li vegera rageşiyan li herêmê, xwedî helwest e.
Di berdewamiya daxuyaniyê de, El-Sîsî tekezî li ser pêwîstiya domandina aramiyê li Kerta Xezeyê kir û daxwaza hêsankirina derbaskirina alîkariyên mirovî bo wê herêmê kir.
Hêjayî gotinê ye ku Sekreteriya Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî roja duşemê bi derxistina daxuyaniyekê derbarê rêkeftina bidawîanîna şer di navbera Îran û Amerîkayê de tekez kir ku li gorî rêkeftinên hatine kirin, şer û operasyonên leşkerî li hemû eniyan, di nav de Libnanê jî, ji şeva yekşemê ve bi awayekî lezgîn û mayînde bi dawî bûne; herwiha dorpêça deryayî ya li dijî Îranê jî demildest û bi temamî hat rakirin.
Şehbaz Şerîf, Serokwezîrê Pakistanê, berbanga roja duşemê bi dema xwecihî, di peyamekê de nûçeya bidestxistina rêkeftina aştiyê ya di navbera Amerîka û Îranê de ragihand. Wî li ser hesabê xwe yê torên civakî (X) nivîsand: Rêkeftina aştiyê di navbera DYA û Komara Îslamî ya Îranê de hatiye bidestxistin. Her du aliyan ragihandine ku operasyonên leşkerî li hemû eniyan, bi taybetî li Libnanê, bi awayekî lezgîn û mayînde bi dawî bûne. Merasîma îmzekirina fermî ya vê rêkeftinê dê roja înê, 19ê Hezîranê (29ê Xermananê), li Swîsreyê were lidarxistin.
Wî herwiha got: “Em spasiya pabendbûna Amerîka û Îranê ya ji bo dîtina çareseriyeke dîplomatîk bo bidawîanîna şer dikin.”
………..
Dawiya Peyam/
Peyvên Kilît:
Amerîka، Îran، Xezze، Misir، Ebdulfettah El-Sîsî، Lubnan، Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî
Your Comment